Navenda Tony Blair Institute for Global Change raportek derbarê Îranê de weşandiye.
Navenda Tony Blair Institute for Global Change ( Tony Blair bo guhertinên cîhanî) encamên rapirsiyeke xwe derbarê Îranê de belav kiriye û nivîsandiye ku, ji sedî 84 xelkê Îranê daxwaza guhertina rejîma vê welatî dikin û ji rejîm û rayedarên rejîmê ne razîne.
Li gor raporta vê navendê, niha gelê Îranê jiber karên qirêj yên rejîmê ji ol û îslamiyetê jî bêzar bûye û sekolarîzim li vê welatî bi awayeke bêhempa pêş dikeve û zêdetir dibe.
Di berdewamiya raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku, jiber xwepîşandan û raperînên vê dawî yên gelê Îranî li dijî rejîma vê welatî, rejîm rastî zirar û wendahiyên gelek mezin hatiye û eger rewş wisa berdewam be, egera ketina rejîmê gelek zêdeye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin