Amerîka: Êrîş karê Îranê ye û emê bêdeng nemînin

rayedarên Amerîkî dibêjin Îran hertim hewl bo têkdana aramiya deverê daye.
کوردستان TV
100%

Îran bi dronan êrîşî ser keştiyeke petrolê kiriye.

Hefteya derbasbûyî li peravên Emanê êrîşî keştiyeke petrolê ya karsazekî Îsraîlê hatibû kirin û heman roj hikûmeta Îsraîlê diyar kiribû ku, ev êrîş ji aliyê Îranê ve hatiye kirin.

Lê piştî derbasbûna hefteyekê bi ser êrîşa han re, rayedarên Amerîkî bi taybetî rayedarên leşkerî yên Amerîkî yên li deverê, ragihandin ku, di encama lêkolînan de derketiye, drona ku, êrîşî ser keştiya karsazê Îsraîlî pêk aniye, heman Şahêd 136 Îraniye ku, niha ji aliyê Rûsyeyê ve li dijî Ukraynayê jî tê bikaranîn.

Ev rayedarên leşkerî yên Amerîkî li gel hevbeşên xwe yên Brîtanî li deverê de diyar kirine ku, Îran bi vê êrîşa han ev yek îsbat kiriye ku, hertim mişxûlî çê kirina alozî û nakokiyane lewre, em jî berdewam dibin li ser ewlekariya deverê û em li hember kiriyarên Îranê yên bi vê rengî bêdeng nabin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.