Jeneraleke din yê Îranî hate kuştin

Îran dibêje ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kuştin.
کوردستان TV
100%

Li nêzî Dîmeşqê hatiye kuştin.

Spaha Pasdaran ya Îranê ku, ev zêdetir ji du mehe ketiye nava şerê navxweyî li gel xelkê Îranê, ragihandiye ku, jeneralekî wan li Sûriyeyê hatiye kuştin.

Li gor çavkaniyên ser bi spaha Pasdaran ya Îranê jeneralekî Îranî yê bi navê Dawûd Ceferî ku, yek bûye ji Efserên hêzên asmanî yên ser bi spaha Pasdaran, bi destê hêzên Îssraîlê li nêzî Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê hatiye kuştin.

Weke tê zanîn beriya niha jî gelek rayedarên leşkerî yên Îranî li Sûriyeyê dihatin kuştin lê Îran behsa kuştina wan nedikir. Hêzeke zêde ya Îranî û Efxanî li Sûriyeyê hene ku, spaha Pasdaran ya Îranê wan bikar tîne û piştîvaniya Esed dikin û Îsraîl jî şerê wan dike û êrîşên xwe yên li dijî wan didomîne.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.