Xwepîşandanên li Îranê didomin

di daxuyaniyê de daxwaza nîşandana piştîvanî û hevsozî bo Kurdan hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Komeke nû bi navê ciwanên şoreşger daxwaza grevên giştî dike.

Di çarçoveya xwepîşandan û raperîna seraserî ya gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî, de, komeke nû yê bi navê ciwanên şoreşger daxuyaniyek bo raya giştî ya Îranê weşandiye.

Di daxuyaniya han de ev kom daxwaz ji xelkê kiriye ku, gelek kêm maye xelk bigehêje armanca xwe û rejîm hilweşîne, lewre bo bidest anîna armanca han di rojên nêz de, em daxwaz ji tevahiya gelên Îranî dikin ku, roja pêncşemê 24ê Mijdarê bikeve greva seraserî û tevahiya dikan û bazar werin daxistin.

Ev koma han eşkere kiriye ku, lazime gelên Îranî weke nîşandana piştîvanî û hevsoziya xwe bo bajarên Kurdistanê xelkê Îranê li bajarên din bikeve grevê û rejîma Îranê şermezar bike.

Di beşeke din ya daxuyaniya vê koma han de hatiye diyarkirin ku, lazime bi nîşandana piştîvanî û hevsoziya xwe bo Kurdan, em weke gelên Îranî yekîtî û yek dengiya xwe ya li dijî rejîmê nîşan bibin.

Weke tê zanîn di nava 68 rojên derbasbûyî de bi berdewamî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepîşandan hene û heta niha zêdetir ji 450 xwepîşander ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin û xwepîşander jî nêzî 100 rayedarên leşkerî, îstîxbaratî û besîcî yên rejîmê kuştine.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.