Kobanê di bin topbaran û bordimaneke dijwar deye

heta niha zirarên êrîşên han nayên zanîn.
کوردستان TV
100%

Îro dîsa artêşa Tirkiyeyê dest bi êrîşên xwe kir.

Piştî operasiyona berfire ya asmanî ya Tirkiyeyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, rixmî nerazîbûnên navnetewî, îro careke din Tirkiye dest bi êrîş û bordimanên xwe kir.

Li gor zaniyariyên taybet ku, ji Kobanê destê me ketine, kêliyek beriya niha artêşa Tirkiyeyê hem bi topxaneyên xwe û him ji bi SIHA û F16ên xwe bi dijwarî dest bi bordiman û topbaran kirina Rojhilat û Rojavayê Kobanê kiriye.

Heta niha derbarê zirarên bordiman û topbaranê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin lê tê gotin ku ji Til Temer heta Til Refetê Tirkiye xeteke berfire kiriye armanca êrîşên xwe.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.