Çîn û herêma Kurdistanê têkiliyên xwe bihêztir dikin

di civînê de behsa asayîş û aramiya Kurdistanê jî hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel balyozê Çînê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Çînê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Îro me pêşwaziya balyozê Çîn li Îraqê birêz Cui Wei kir.

Balyozê Çînê stayîşa hevkarî û hemahengiyên dezgehên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê li gel balyozxaneya vê welatî bi taybetî di warê pêşde birina têkiliyan û zêdetir kirina hêlbirîn û liv û tevgerên bazirganî di n avbera herêma Kurdistan û Çînê de kir.

Her di heman civînê de me balkêşande ser reformên kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybetî yên di warê pir cure kirina abûrî û nehêştina rûtîn û kar asanî kirin bo hêlbirênerên navxwe û derve kir.

Di beşeke din ya civînê de ku Konsulusê Çînê yê li herêma Kurdistanê Nei Rochî jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê girîngiya parastina asayîş û aramiya herêma Kurdistanê û çareser kirina kêşeyên navbera herêm û hikûmeta federalî li gor rêkeftinên aliyên siyasî yên bo pêkanîna hikûmeta nû, karnameya wezarî ya hikûmet û destûrê kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.