Fermandarekî mezin yê spaha Pasdaran dev ji postê xwe berda

spaha Pasdaran parçe bû, şerê navbera Fermandarê giştî û Fermandeyê spaha Şoşter destpê kir.
کوردستان TV
100%

Di vîdeoyekê de dengê xwe jî belav kiriye.

Fermandarê spaha Pasdaran ya Şoşterê Jeneral Ehmed Peykerî, di tomareke dengî de rexneyên gelek dijwar li Fermandarê giştî yê spaha Pasdaran bi navê Jeneral Neqdî dike û dibêje Ehmeq û bêaqil tuyî ne xelkê Îranê.

Jeneral Ehmed Peykerî ku, di tomarê de dibêje min û malbeta min di dema şerê 8 salan de li seraserê Îranê şer kiriye, niha jiber rewşa ku, li Îranê heye, jiber helwesta rejîma Îranê û rayedarên ehmeq weke te, ez dev ji postê xwe berdidim û diçin eniya xelk, hun şerê xelkê dikin, xelkê dikujin, hun ehmeq û bêaqilin, xelk ne bêaqile, xelk ne ehmeqe, hun ehmeq û bêaqilin, sedam nikarî destdirêjî ser namûsa me Îraniyan bike, lê we destdirêjî ser namûsa Îraniyan kirin, sedam nikarî ciwanên me bikuje, lê hun ciwanên me dikujin, nefret li we û Rêberê we be.

Nav hatî di dawiya tomara xwe ya dengî de dibêje, navê min Jeneral Ehmed Peykeriye, ez Fermandarê spaha Şoşterê me, werin min bigirin, îdam bikin, ez nefretê ji te û rêberê te dikim, ya hun eger zilamin werin min û xelkê min bikujin anjî bilez gora xwe wenda bikin û ji Îranê derkevin.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.