Konsulusa Amerîkayê û Serokê dîwana civata wezîran civiyan.
Serokê dîwana civata wezîran Omîd Sebah pêşwaziya Konsulusa Amerîkayê ya li Hewlêrê bi wekalet, Zuhre Beel û şandeke pê re kir.
Di destpêka civînê de şanda Konsulusxaneya Amerîkayê bi tundî êrîşên Îranê yên bo ser herêma Kurdistanê mehkûm kir û ev êrîşên han bi binpê kirina serweriya axa Kurdistan û Îraqê bilêv kir.
Her di civîna han de behsa têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê, mijara yekxistina hêzên pêşmerge bi taybetî yekeyên 80 û 70 û reformên nava wezareta pêşmerge hate kirin û şanda Amerîkî piştîvaniya xwe ya berdewam bo herêma Kurdistanê û reformên nava wezareta pêşmerge diyar kir û anî ziman ku, di rojên pêşiya me de vê şandeke berfire ya Kongrêsa Amerîkayê serdana Kurdistanê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin