Îraq bi tundî Îran û Tirkiye mehkûm dike

vê îro jî parlementoya Îraqê li ser mijara wan êrîşan bicive.
کوردستان TV
100%

Dibêje êrîşên berdewam yên wan binpê kirina serweriya Îraqê ye.

Wezareta derve ya Îraqê daxuyaniyeke tund derbarê êrîşên berdewam yên Îran û Tirkiyeyê yên bo ser herêma Kurdistanê weşandiye.

Wezareta derve ya Îraqê di daxuyaniya han de diyar kiriye ku, ti hincetek bo wan êrîşan tuneye, ev êrîşên han yên berdewam binpê kirina serweriya Îraqê û qanûnên navnetewiye û ev yek ji aliyê Îraqê ve bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, Îraq îzin nedaye ku, axa vê weke metirsî bo ser welateke din were bikaranîn û rê jî nade ti metirsiyek ji axa Îraqê biçe ser cîranên Îraqê, lewre lazime welatên cîhan jî rêz ji serweriya Îraqê bigirin û rêçikên cîrantiya baş liber çav derbas bikin.

Ji aliyeke din ve vê îro parlementoya Îraqê li ser topbaran û êrîşên Tirkiye û Îranê bicive.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.