Danîmarka û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin

Danîmarka dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê berfiretir bike.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel balyozê nû yê Danîmarkayê yê li Îraqê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê nû yê Danîmarkayê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê nû yê Danîmarkayê yê li Îraqê birêz Christian Turning kir.

Di civînê de jiber destbikar kirina wî weke balyozê welatê xwe li Îraqê me pîrozbayî li Christian Turning kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest û amadebûna herêma Kurdistanê jî bo pêşde birina têkiliyên piralî li gel Danîmarkayê diyar kir.

Balyozê Danîmarkayê jî rixmî spasdariya xwe bo aliyên têkildar yên hikûmketa herêma Kurdistan bo hevkarî û hemahengiya wan ya baş li gel balyozxaneya Kanadayê, behsa girîngiya pêgeha herêma Kurdistanê li Îraq û derverê de kir û xwesteka welatê xwe jî bo pêşde birina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê diyar kir.

Girîngiya parastina ewlekarî û aramiya herêma Kurdistanê û reformên kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê mijarên din yên civîna me bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.