Hikûmeta herêmê daxwazek pêşkêşî civaka cîhanî dike

dibêje aramî û aştî bi tundûtîjiyan nayê dabînkirin.
کوردستان TV
100%

Êrîşên Îranê bi tundtirîn şêwe mehkûm dike.

Hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê êrîşên şeva derbasbûyî ya rejîma Îranê yên bo ser herêma Kurdistanê weşandiye.

Di daxuyaniya han de hikûmeta herêma Kurdistanê nivîsandiye: Ti hincetek bo êrîşên Îranê li dijî herêma Kurdistanê tunene, ev êrîşên han binpê kirine eşkere ya serweriya axa herêm û Îraqê ye, em ev êrîşên han bi tundtirîn şêwe mehkûm û şermezar dikin û daxwaz ji Îranê dikin ev pêla dijî herêma Kurdistanê rawestîne.

Hikûmeta herêma Kurdistanê herwiha diyar kiriye ku, ev êrîşên han xizmeta aştî û ewlekariya deverê nake, aramî ti carî bi tundû tîjî û êrîşan nayê dabînkirin, beruvajî rêçikên dostane yên cîrantiyê ne û em daxwaz ji hevbeşên xwe yên di nava hikûmeta federalî û civaka cîhanî dikin daku, helwesteke tund û eşkere beramber êrîşên Îranê raber bikin.

Weke tê zanîn rejîma Îranê duhê bişev dîsa êrîşî ser Koye, kempa cejînkan û Zirgwêzê kir.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.