8 sal bû ji Sîsî re digot qatil.
Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdoganê ku, niha li Qeterê ye, duhê bo cara ewil piştî 8 salan nakokî û alozî, destê xwe da destê Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî û jê re got; Tu dostê min yê herî birûmet û hêjayî.
Ev hevdîtina Erdogan û Sîsî li Qeterê ji aliyê opozîsyona Tirkiyeyê ve weke ser tewandina Erdogan li hember Sîsî hatiye nirxandin û opozîsyonê dibêje: Tenê Sîsî mabû ku, Erdogan cem wî heysiyeta Tirkiyeyê ji nav bibe û li Qeterê Erdogan heysiyeta Tirkiyeyê ji nav bir.
Erdogan ku, endamê komela Exwan Muslimîne jiber şerê Sîsî li hember Exwanan, Sîsî bi qatil û dijminê îslamê bilêv dikir, lê li Qeterê duhê ji Sîsî re got tu dostê min yê herî hêja û birûmetî.
weke tê zanîn ev 8 sal bû ku, di navbera Erdogan û Sîsî de şereke tund ya devkî û dîplomatîkî hebû lê cara dawî Sîsî di şerê han de serkeft û Erdogan çû ber lingên Sîsî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin