10 leşkerên rejîmê jî hatine kuştin

5 leşkerên rejîmê jî di êrîşa han de birîndar bûne.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê balefirên Tirkiyeyê ve hatine kuştin.

Direngiya şeva derbasbûyî balefirên Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê ( bakûr û rojhilatê Sûriyeyê) êrîşeke asmanî ya berfire li dijî HSDê pêk anîn.

Di encama êrîşa han de li gor çapemeniya HSDê herî kêm 12 welatiyên medenî canê xwe ji dest dane û 3 welatiyên din jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku, balefirên Tirkiyeyê li devera Şehba jî navendeke leşkerên rejîma Şamê jî bordiman kirine û di encama bordimanê de herî kêm 10 leşker hatine kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûne.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.