Li herêma Kurdistan û Rojavayê gelek cîh hatine bordimankirin.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê îro danê sibê balefirên şer yên Tirkiyeyê êrîşeke berfire bo ser pêgehên pkk li herêma Kurdistanê û pêgehên HSD li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne.
Li gor zaniyariyên berdest, balefirên Tirkiyeyê çend cîhên pkkê yên li Qendîl, derdorê Silêmanî, Şingal û parêzgeha Dihukê û herwiha pêgehên HSDê yên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bordiman kirine.
Heta niha derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin