Vê ewlekariya bajaran radestî wezareta navxwe were kirin.
Li gor çapemeniya Îraqê, îro şemî 19ê Mijdarê bi fermî prosesa derketina artêş û hêzên din yên çekdar ji bajarên Îraqê destpê kiriye.
Li gor biryara hikûmeta Îraqê lazime parastina ewlekariya bajaran di destê wezareta navxwe de be û artêş tenê di dema hebûna metirsiyên leşkerî û ewlekarî de bikeve nava bajaran.
Di vê çarçoveyê de îro bi fermî prosesa vekêşîna artêşê ji nava bajaran destpê kir û dosyeya ewlekarî ya bajaran jî vê radestî wezareta navxwe were kirin û biryare weke yekem pêngav heta du rojên din yekem betaliyona artêşê li Bexdayê vekêşe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin