Îro danê sibê êrîşî ser bendera Baniyasê kiriye.
Li gor zaniyariyên berdest, îro şemî danê sibê balefirên şer yên Îsraîlê êrîşeke berfire bo ser bajar û benderê Baniyas ya Sûriyeyê pêk anîne.
Armanca êrîşa han navendeke locistîkî û veguhastinê ya rejîma Îran û rejîma Esed bûye û ev navenda han hatiye jinav birin.
Di vê derbarê de çapemeniya Sûrî dibêje tenê 4 leşkerên Sûrî hatine kuştin lê hin zaniyarî qala vê yekê dikin ku, di encama êrîşa han ya Îsraîlê de gelek leşker û çekdarên Îranî hatine kuştin û techîzatên navendê jî bi temamî hatine jinavbirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin