Mesrûr Barzanî: Ti hincetek bo êrîşên Îranê tuneye

dibêje mezintirîn metirsî li ser Kurdistanê fêm nekirina rastiyane.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr beşdarî di panêleke komcivîna aştî û ewlekariya Rojhilata Navîn de kir.

Îro bi beşdariya rayedarê û nunerên 80 welatan, li Dihukê bi organîzatoriya zanîngeha Amerîka/ Kurdistan, komcivîna aştî û ewlekariya Rojhilata Navîn di roja xwe ya sêyem de dom kir.

Di roja sêyem ya komcivînê de ku, Serokê herêma Kurdistan û Serokkomarê Îraqê jî têde beşdar bûn Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, armanca vê komcivînê eve ku, kêşeyên heyî û dîtina çareseriya wan bixin ber diyalogê û dixwazin fêde ni nêrîn û ramanên beşdaran li ser wan mijaran werbigirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de diyar kir ku, çend kêşeyên hilwastî di navbera Bexda û Hewlêrê de hene ku, lazime di çarçoveya destûrê û bi diyalog û ji hev fêmkirinê werin çareserkirin û got: Em weke hikûmeta Kurdistanê rastî gelek qirîzên mezin hatin lê me karî rixmî wan qirîzan ber bi pêşve gavan bavêjin û destkeftên mezin jî bidest bînin.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku, yek ji sedemên sereke yên kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê cîhbicîh nekirina destûrê  ye û lazime destûr werek xwe were cîhbicîhkirin.

Barzanî di beşeke din ji axaftina xwe de anî ziman ku, yek ji metirsiyên mezin li ser Kurdistanê fêm nekirina rastiyan û tevlîhev kirina baş û xirabe. Em weke hikûmeta herêma Kurdistanê xwedan daxwazeke mezinin ku, ev jî cîhbicîh kirina guhertinan û xizmet kirina xelkê ye, em dixwazin bersifa daxwazên xelkê bidin.

Serokwezîr di berdewamiya axaftinên xwe de balkêşande ser êrîşên Îranê yên bo ser herêma Kurdistanê û anî ziman ku, Kurdistan bo ser ewlekariya ti welat û cîranekî ne metirsî û çavkaniyê gefê ye, beruvajî çavkaniya aramiyê ye û em dixwazin li gel welatên cîran bibin xwedan têkiliyên baş li ser esasê rêzgirtina hevbeş. Lewre em daxwaz ji Îranê jî dikin ku rêz ji serweriya axa Kurdistan û Îraqê bigire û di şûna zêdetir kirina aloziyan hewl bo çareser kirina aloziyan bide jiber ku, ti hincetek bo êrîşên Îranê bo ser herêma Kurdistanê tuneye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.