Zefer Partî: Desthilata Tirkiyeyê direvan dike

dibêje plandaner û fakterê sereke yê êrîşê ji aliyê eminiyetê ve bi nihênî hatiye kuştin.
کوردستان TV
100%

Dibêje bikerê serekî yê êrîşê ji aliyê tîmeke ewlekarî ve bi nihênî hatiye kuştin.

Peyvdara partiya zefer ya Tirkiyeyê Sevda Gül Tunçer daxuyaniyek derbarê teqîna meydana Teqsîmê de da û ragihand ku, wezareta navxwe û rayedarên din yên ewlekarî yên Tirkiyeyê di vê derbarê de direvan dikin û rastiyan vedişêrin.

Sevda Gül Tunçer ku, Ehlam Beşîr ku, bombe daniye, ne xelkê Sûriye belku, xelkê Felestînê ye, ev çend sale li Tirkiyeyê ye û bi hevkariyên Netewên Yekgirtî yên bo penaberan dijî.

Peyvdara zefer Partî herwiha diyar kiriye ku, plandaner û fakterê sereke yê êrîşa han, bi çend deqîqeyan piştî teqînê li cîheke din ji aliyê tîmeke taybet ya eminiyeta Tirkiyeyê ve hatiye kuştin û lazime wezareta navxwe û aliyên têkildar yên ewlekarî di vê warî de rastiyan bo raya giştî eşkere bikin.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.