Fermandarê Fermandariya navendî ya Amerîkayê çûye Îsraîlê.
Li gor çapemeniya Îsraîlê Fermandarê Fermandariya navendî ya Amerîkayê yaku bi CENTCOM tê nasîn Michael Curella serdana Îsraîlê kiriye û li gel rayedarên vê welatî civiyaye.
Jeneral Michael Curella li gel wezîrê berevanî yê Îsraîl û rayedarên leşkerî yên vê welatî jî civiyaye û wezîrê berevanî û rayedarên leşkerî yên Îsraîlê jê re gotine ku, artêşa Îsraîlê li hember gefên Îranê xwe amade kiriye û amadeye bi dijwartirîn awayî bersifa her cure êrîşeke Îranê bide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin