Rewşa Îranê her diçe alzotir dibe

ev sê mehe li dijî rejîma Îranê xwepîşandan hene.
کوردستان TV
100%

Karkerên pîşesaziya Isfehanê jî dest bi grevê kirin.

Xwepîşandan û raperîna seraserî ya gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî derbasî 3mîn meha xwe bû.

Xwepîşandan û raperîn berdewame û zext û êrîşên rejîmê jî li ser xelkê berdewamin lê xelkê Îranê êdî ji rejîm û hêzên rejîmê natirse û berdewame li ser xwepîşandanên xwe yên bo hilweşandina rejîma Îranê.

Di vê çarçoveyê de duhê li seraserê Îranê dest bi hemleyeke sê rojî bo hilweşandina rejîma Îranê hate kirin.

Li gel vê hemleya han jî piştî greva karkerên petrokîmiyayê li başûrê Îranê, karkerên pîşesaziya Îsfehanê jî ku, baleke gelek girîng û bihêz ya abûriya Îranê ye bi fermî ragihandin ku, li dijî rejîmê dest bi greva giştî dikin û îro neçûn ser karên xwe.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.