Destê MHP di teqîna Îstenbûlê de heye

têkiliyên rayedarekî MHPê li gel bikera teqînê hebûne.
کوردستان TV
100%

Çapemeniya Tirkiyeyê hêdî hêdî rastiyên êrîşa Îstenbûlê eşkere dike.

Lêkolîn û gomanên li ser teqîna Îstenbûlê û bikerên teqînê berdewamin û çapemeniya Tirkiyeyê bi taybetî çapemeniya opozîsyonê hêdî hêdî rastiyên veşartî yên vê teqînê eşkere dike.

Duhê dozgeriya giştî ya Tirkiyeyê ragihandibû ku, têkiliyên telefûnî yên  Serokê teşkîlatên navçeya Güçlükonak ya MHP Mihemed Emîn Ilhan li gel bikera teqînê Ehlam Elbeşîr hene û ev rayedarê MHPê jî hatiye girtin.

Piştî vê daxuyaniya han hin dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyeyê vîdeoyek belav kirin ku, têde keçek bi erebiya Efrîqî dipeyve û dibêje keça ku, li Îstebûlê hatiye girtin xuşika mine û efrîqiye ne Sûrî û ti têkiliyeke xwe li gel Sûriye, PKK û PYDê tuneye.

Herwiha hin dezgehên din yên çapemeniyê li Tirkiyeyê  behsa vê yekê dikin ku, ev teqîna han karê desthilatê AKP û MHPê ye û armanca wan him hilbijartin û him jî êrîş kirine ser bakûr û rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji xwe pişt re jî rayedarên Tirkiyeyê gotibû emê êrîşî ser bakûr û rojhilatê Sûriyeyê bikin.

Hin psporên ewlekarî yên Tirkiyeyê jî qala vê yekê dikin ku teqîn senariyoya AKP, MIT û wezareta navxwe ya Tirkiyeyê ye jiber ku, ev goman li ser teqînê hene: 1- wezareta navxwe dibêje 4 mehe ev jina han bi qaçax hatiye Tirkiyeyê, lê şêniyên taxa ku, ev jin têde jiyaye dibêjin zêdetir ji  yek sale li Tirkiyeyê dijî.

2- dema hêzên antî teror yên Tirkiyeyê operasiyonê dikin bo girtina ehlam beşîr, ti çek li gel wan tuneye û elekên berevanî jî li xwe nekirine û gelek bi yevaşî û li ser xwe operasiyonê dikin ku, ev jî cîhê gomanê ye.

3- hin dêmenên ehlam beşîr hatine weşandin ku, tê gotin ji aliyê kamêreyên çavdêriyê ve hatine girtin lê kamêreyên çavdêriyê jiber ku, bilindin ji serî berû jêr wêneyan digirin lê gelek wêneyên ehlam beşîr ji binî ve ber bi serê vê ve hatine girtin ku, ev jî nîşan didin ev senariyoye û beriya bûyer çê bibe hatiye amadekirin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.