3 navendên fermî yên rejîmê jî di nava lîsteya ceza kirinê dene.
Hikûmeta Brîtanyayê ragihand ku, jiber siyasetên rejîma Îranê ya li hember welatên din û herwiha jiber bikar anîna tundî li dijî xwepîşanderên Îranî, cezayê tund bi ser 24 rayedar û 3 navendên rejîmê de sepandiye.
Li gor daxuyaniya hikûmeta Brîtanyayê ev 24 rayedarên Îranî rola wan di bikar anîna tundî dijî xwepîşanderan û destwerdanî kirin di nava karûbarên welatên din de heye lewre ji aliyê Brîtanyayê ve bi awayeke tund hatine cezakirin.
Weke tê zanîn di dawiya Cotmahê de hikûmeta Brîtanyayê ragihandibû ku, gelek rayedarên rejîma Îranê ji tirsa xwepîşandanên dijî rejîmê ji Tehranê reviyan û hatine Londonê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin