Navenda veguhastina elektirîkê ya Şaweyisê hate vekirin

dikare 189 mg elektirîk li taxên Bakûrê Hewlêrê veguhêze.
کوردستان TV
100%

Têçûye navenda han zêdetir ji 10 miliyon dolare.

Duhê bi çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi beşdariya wezîrê elektirîk û Waliyê Hewlêrê navenda veguhastina 189 MG ya elektirîkê ya Şaweyisê li Bakûrê Hewlêrê hate vekirin.

Bi vekirina vê projeya han kêşeya veguhastina elektirîkê û kêm bûna voltaja elektirîka ku, tê veguhastin li gelek taxên Bakûrê Hewlêrê tê çareserkirin.

Têçûya giştî ya vê projeyê 10 miliyon û 917 hezar dolare û proje ji aliyê kompaniya Zagrosê ve hatiye cîhbicîhkirin.

 

Nûçe Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.