Hijmara kuştiyên Îstenbûlê zêde dibe

dibêje rewşa du ji birîndaran gelek girane.
کوردستان TV
100%

Gelek ji birîndaran rewşa wan girane.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê di encama teqîna ku, duhê li cadeya îstîqlal ya li meydana teqsîm ya Îstenbûlê çû bûye de, heta niha 6 kesan canê xwe ji dest dane.

Herwiha 81 kes jî birîndarin ku, birîna 5 ji wan gelek girane û tê gotin fikar hene ku, hijmara miriyan zêdetir bibe.

Duhê rayedarên Tirkiyeyê digotin ku, jinek xwe teqandiye lê îro çapemeniya Tirkiyeyê behsa vê yekê dike ku, teqîn bi rêya bombeyeke vedayî çê bûye û heta niha 22 kes jî li ser vê bûyerê hatine girtin.

Ji aliyeke din ve wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê jî dibêje ku, teqîn ji aliyê pkkê ve hatiye kirin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.