Îro salvegera azad kirina Şingalê ji destê DIŞIê ye

Serok Barzanî raste rast Fermandariya operasiyona rizgar kirina Şingalê kir.
کوردستان TV
100%

Beriya heft salan bi Fermandariya raste rast ya Serok Barzanî hate azadkirin.

Piştî ku, di Tebaxa 2014an de terorîstên DIŞIê êrîşî ser Şingalê kirin û komkujiyeke mezin li ser Kurdên Êzidî pêkanîn û gelek welatiyên Êzidî şehîd kirin, gelek revandin û gelek jî wenda kirin, hêzên pêşmerge yên Kurdistanê bi Fermandarî û çavdêriya raste rast ya Serok Barzanî operasiyona rizgar kirina Şingalê dane destpêkirin.

Şingal ku, çend mehek di destê terorîstên DIŞIê de bû, bibû sedem ku daku, Serok Barzanî soza azad kirina vê bajarê bide û di dawî de jî Serok Barzanî soza xwe bicîh anî û di roja 13ê Mijdara 2015an de bajêr ji destê terorîstên DIŞIê hat rizgarkirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.