Konseya kîmiyayê ya Amerîkayê şaxeke xwe li Hewlêrê vedike

ev biryareke gelek girînge ku derbarê Kurdistanê de hatiye dayîn.
کوردستان TV
100%

Ev şaxê han dibe 53mîn şaxê vê konseya han.

Konseya kîmiyayê ya Amerîkayê duhê li bajarê San Diego ya li eyaleta California civîna xwe ya salane li dar xist.

Di civîna duhê de piştî nîqaşên taybet bi kîmiya û pêkeftinên warê kîmiyageriyê, derbarê Kurdistanê de jî biryareke gelek girîng hatiye dayîn.

Di civîna konseyê de biryar hatiye dayîn daku, li Hewlêrê jî şaxeke konseya kîmiyaya Amerîkî were vekirin û bi vê rengî 53mîn şaxê vê konseya han li Kurdistanê tê vekirin.

Vekirina şaxê vê konseya han li Kurdistanê biryareke gelek girînge û dibe sedema bihêztir û berfiretir bûna têkiliyên zanistî yên di navbera Amerîka û Kurdistanê de.

Zanist û Teknolojî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.