Duhê li Başûrê Îranê derbeke dijwar li rejîma Îranê hate dayîn.
Duhê înê xelkê parêzgeha Sîstan û Belûçistan ya li Başûrê Îranê, piştî nimêja înê dakete qadan û li dijî rejîma Îranê xwepîşandaneke gelek mezin kir.
Xelkê vê parêzgeha han bi diroşmeyên serxwebûn bo Sîstan û Belûçistan, bemire dîktator, bimre rejîma komkujî û îdaman, êrîşî ser hêzên rejîmê jî kirin.
Li hember de jî hêzên rejîmê dijî xwepîşanderan çek bikar anîn û tê gotin çend kes hatine kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne.
Her duhê di çarçoveya heman xwepîşandanan de xelkê agir bi mezintirîn navenda hêzên besîc li bajarê Zahêdanê berda û ev navenda han şewitand.
Weke tê zanîn di nava du mehên derbasbûyî de li eyaleta Sîstan û Belûçistanê rejîm du car komkujiyên gelek mezin pêk aniye û zêdetir ji 300 kesan kuştiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin