Qum jî derbeke dijwar li rejîma Îranê da

dibêje êrîş kirine ser çekdarên kinc medenî erkê olî, exlawî û însanî ya her takeke Îraniye.
کوردستان TV
100%

Navenda olî ya Qum fitva daye ku, berevanî kirin erkê her kesekê ye.

Rewşa navxweyî ya Îranê roj biroj alzotir dibe û rejîm jî bo berevanî kirin ji xwe û êrîş kirine ser xelkê, çekdarên bi kincên medenî bikar tîne.

Bikar anîna çekdarên kinc medenî wan rojan li Îranê bûye mijareke gerim û di vê derbarê de navenda olî ya Qumê ku, bi girîngtirîn çavkaniya olî ya şîeyan li Îranê tê nasîn fitvayek derbarê wan çekdaran de der kiriye.

Oladereke Îranî yê bi navê Ayetula Esedulah Beyatî Zencanî li ser navê navenda olî ya Qumê ragihand ku, navend li hember çekdarên kinc medenî fitva daye û ragihandiye ku, erkê olî, exlaqî û însanî yê her takeke Îraniye ku, li hember çekdarên kinc medenî ji xwe û kesên din berevanî bike û ev dikeve çarçoveya mafê berevaniya reva de.

Hin alî û psporên karûbarên Îranê jî behsa vê yekê dikin ku ev fitvaya han nîşaneye perçe bûna rejîmê ye û rejîm nikare rewşa heyî kontrol bike.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.