Duhê Serokkomarê Îraqê li gel wezîreke Îsraîlî civiya bû.
Piştî ku, duhê çapemeniya Îsraîlî belav kir ku, di çarçoveya komcivîna guherîna keş û hewayê ya li Şerm Elşêx ya li Misirê Serokkomarê Îraqê li gel wezîrê jîngehê yê Îsraîlî civiyaye îro siyasetmedareke Îraqî daxuyaniyeke girîng li ser vê mijarê da.
Di vê derbarê de Siyasetmdarê Îraqî Mîsal Alûsî ragihand ku, hevdîtina navbera Serokkomarê Îraqê Ebduletîf Şener û wezîrê jîngeha Îsraîlê, pêngaveke girîng û destpêkeke nû ye bo normal kirina têkiliyên navbera Îraq û Îsraîlê û rizgar bûna Îraqê ji zextên zêde yên herêmî.
Beriya niha parlementoya Îraqê li ser daxwaza hin aliyên şîe proje qanûnek pejrandbû ku, nabe Îraq bi ti awayî têkiliyên xwe li gel Îsraîlê normal bike, lê jiber ku, gelek welatên erebî di çarçoveya rêkeftina Îbrahîm de têkiliyên xwe li gel Îsraîlê normal kirine, tê gotin ku, Îraq jî bi awayeke veşartî hewl bo normal kirina têkiliyan dide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin