Îdîanameya dijî 8 welatiyên Îranî hat pejrandin

yek ji wan ji bûye û hatiye azadkirin.
کوردستان TV
100%

Bi hewldan bo teror kirina welatiyên Îsraîlî hatine girtin.

Piştî ku, di havîna îsal de rayedarên Îsraîlî eşkere kirin ku, Îran û îstîxbarata Îranê hewl dide daku, li Tirkiyeyê êrîşî ser welatiyên Îsraîlî bikin, hêzên îstîxxbarat û ewlekarî yên Tirkiyeyê jî dest bi liv û tevgeran li ser esasê wan zaniyariyan kirin.

Pişt re hate ragihandin ku, hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê komeke 9 kesî yaku, tevahiya wan Îranî ne bi hinceta ku, xwestine êrîşî ser welatiyên Îsraîlî bikin binçav kirine.

Duhê jî îdîanameya ku hatibû amadekirin radestî dadgehê hatiye kirin  û dadgehê jî ev îdîanameya han pejrandiye û tê payîn ku di wan rojan de dadgeh biryarê li ser wan kesan bide.

Weke tê zanîn yek ji endamên tîma han jinek bûye ku, piştî wergirtina îfadeya vê ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatiye berdan lê dosyeya 8 kesên din radestî dadgehê hatiye kirin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.