Li Brîtanyayê hatiye girtin.
Rojnameya the telegraph nûçeyeke belav kiriye û ragihandiye ku, tîmeke çend kesî ya ser bi rejîmê Îranê ku, erkê vê yê sereke çavdêrî kirin û kuştina Rojnamevanên dijî rejîma Îranê bûye ji aliyê hêzên ewlekarî ve li Londonê hatiye girtin.
Telegraph diyar kiriye ku, ev tîma çend kesî xwestiye du Peyamnêrên kanala Îraninternational bikuje ku, beriya niha ji aliyê rejîma Îranê ve jî gef li wan hatibû kirin.
Ev nûçeya han piştî vê yekê tê ku, duhê kanala Îraninternational daxuyaniyek belav kiribû û têde behsa vê yekê kiribû ku, rejîma Îranê gef li wan kiriye û canê karmend û Peymanêrên wan di metirsiyê deye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin