Îran jî dibêje me nedixwest kes bitirsînin.
Serokê Azerbayicanê Elham Eliev di gotara xwe de behsa tetbîqata leşkerî ya Îranê ya li ser sînorên navbera Îran, Azerbayican û Eremenistanê kir û ragihand ku, Îran xwestiye bi vê tetbîqata han ya leşkerî me bitirsîne lê em ji ti kes û aliyekê natirsin û k es jî nikare pêşiya me bigire.
Li hember de jî Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Nasir Kenanî jî ragihandiye ku, armanca Îranê tirsandina ti kes û aliyekê nebûye û ev tetbîqata han pêngaveke normal bûye û bi hayedariya welatên cîran hatiye lidarxistin.
Weke tê zanîn di navbera Îran û Azerbayicanê de li ser mijara vekirina kirîdora Zengezor alozî û nakokî hene û Îranê dibêje em qebûl nakin li cogirafiyaya deverê de ti guhertin were kirin û eger lazim jî bike emê bo vê yekê hêz bikar bînin û di heman çarçoveyê de jî Îran meha derbasbûyî li vê herêmê tetbîqateke leşkerî lidar xistibû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin