HRW: Tirkiye sedema sereke ya belav bûna Kolêrayê ye

dibêje Tirkiye bi qut kirina avê hewl bo zêdetir kirina qirîza Kolêrayê dide.
کوردستان TV
100%

Dibêje Tirkiye bûye sedem Kolêra li Bakûrê Sûriyeyê belav bibe.

Navenda çavdêriya mafên mirovan ya ser bi Netewên Yekgirtî (HRW) derbarê rewşa Kolêrayê li Sûriye bi tabetî li Bakûr û Rojhilatê Sûriye ( Rojava) û deverên dagîrkirî ji aliyê Tirkiyeyê ve raportek belav kiriye.

HRW di raporta xwe de diyar kiriye ku, Kolêra her diçe li wan deveran zêdetir belav dibe û sedema sereke ya belav bûna Kolêrayê jî siyasetên Tirkiyeyê yên li hember wan deveran e.

HRW di beşeke din ji raporta xwe de nivîsandiye: Jiber siyasetên ku, Tirkiye bi rêka qut kirina avê li hember wan deveran dimeşîne, rewşa tendirostî ya wan deveran gelek aloze û her diçe qirîza Kolêrayê dibe qirîzeke mezin û metirsîdar.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.