Amerîka: Şereke gelek mezin di rê deye

dibêje şerê Ukraynayê tenê bo mişxûl kirina me ye.
کوردستان TV
100%

Dibêje Çîn bûye metirsiyeke gelek mezin.

Fermandarê fermandariya hêzên Amerîkî Jeneral Charles Richard yê ku, erkê çavdêriya çekên etomî yên Rûsî li ser stûyê wî ye ragihand ku, şereke mezin di rê deye û lazime tedbîrên xwe bistînin.

Ev Fermandarê han yê Amerîkî diyar kiriye ku, niha Çîn bûye metirsiyeke gelek mezin û eger heye şerê mezin li gel Çînê biqewme.

Nav hatî diyar kiriye ku, lazime Amerîka tedbîrên xwe bistîne û rê nede ku, keştiya Amerîkî li hember Çînê binav bikeve jiber ku, Çînî ji me gelek bilez pêş dikevin.

Ev Fermandarê Amerîkî diyar kiriye ku, şerê Ukraynayê tenê bo mişxûl kirina me ye jiber ku, şerê mezin di rê deye û hîn jî destpê nekiriye.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.