Heta niha zêdetir ji 304 kes hatine kuştin

24 ji kesên kuştî jinin.
کوردستان TV
100%

Ev 51 roje li Îranê xwepîşandanên dijî rejîmê hene.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Îranê yaku, li Norwêjê ye heta niha zêdetir ji 304 kes li Îranê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.

Di raporta navendê de hatiye diyarkirin ku, di nava 51 rojên derbasbûyî de li seraserê Îranê jiber şer û pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û xwepîşanderan de herî kêm 304 kes ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin.

Hijmara herî zêde ya kuştinan li 22 parêzgehên Îranê bûye ku, bi vê rengiye, Sîstan û Belûçistan, Mazenderan, Tehran, Kurdistan û Gîlan.

Hate zanîn ku, 24 ji kuştiyan jinin û temena 41 ji kuştiyan jî di bin 18 salan deye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.