Rejîm daxwaza guhertina celadê xwe dike

dibêjin dezgehên ewlekarî û îstîxbaratî lawaz bûne û nikarin tiştek bikin.
کوردستان TV
100%

Dibêje Şemxanî nikare weke pêwîst xelkê bikuje.

Xwepîşandan û raperîna seraserî ya gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî derbasî 51an rojan bûye û rejîm jî rixmî êrîşên xwe yên dijwar lê nikare pêşiya xwepîşandanan bigire lewre alozî ketine navbera rayedarên rejîma Îranê.

Çend berpirsên bilind yên ser bi Xamneyî ku, bi çîna muhafêzekar têne nasîn û gelek tundajone, daxwaz kirine ku, Sekreterê giştî yê civata ewlekariya nîştimaniya Îranê Elî Şemxanî yê ku, bi celadê rejîmê tê nasîn, jiber ku, nikariye weke pêwîst êrîşî ser xwepîşanderan bike ji kar were avêtine û keseke baştir di şûna wî de were diyarîkirin.

Herwiha rayedarên rejîmê li xwe mokir hatine û dibêjin ku, nikarin alozî û xwepîşandanan kontrol bikin jiber ku, qordîne û hemahengî di navbera dezgehên ewlekarî de nemaye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.