Li Sîstan û Belûçistanê herî kêm 16 kesên din hatin kuştin.
Xwepîşandan û raperîna seraserî ya li dijî rejîma Îranê her diçe berfiretir û dijwartir dibe.
Di vê çarçoveyê de duhê li eyaleta Sîstan û Belûçistanê ya li Başûrê Îranê de xwepîşandaneke mezin hate kirin.
Di xwepîşandana ku, piştî nimêja înê hatibû organîzekirin, pevçûneke dijwar qewmî û hêzên rejîmê êrîşî ser xwepîşanderan li bajarê Haş ya li vê parêzgehê kirin û di encam de herî kêm 16 kesên din hatin kuştin.
Weke tê zanîn di 10 rojên yekem yên xwepîşandanên Îranê de, dîsa li heman eyaletê hêzên rejîmê herî kêm 75 welatiyên din kuştibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin