Amara şehîd û birîndarên Rojhilatê hate veşandin

11 ji wan şehîdan zarokin.
کوردستان TV
100%

Heta niha 60 welatî şehîd bûne.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê raportek derbarê amara şehîd û birîndarên Rojhilatê Kurdistanê yên ku di xwepîşandanên dijî rejîma Îranê de şehîd  bûne belav kir.

Li gor nuçeya Hengawê di nava 50 rojên derbasbûyî de li seraserê Rojhiatê Kurdistanê bi giştî 60 welatiyên Kurd bi destê hêzên rejîmê hatine şehîdkirin ku, 11 ji wan zarok û 6 ji wan jî jinin.

Herwiha Hengawê belav kiriye ku, di heman demê de 4 kesên din jî di bin eşkenceyê de hatine şehîdkirin û zêdetir ji 4 hezar kes jî hatine girtin û revandin.

Heta niha nasnameya 922 ji girtî û revandiyan eşkere bûye û 128 ji wan jin û 74 ji wan zarok, 35 Xwendekar û 23 jî ji wan Mamoste ne.

Herwiha di nava heman demê de zêdetir ji 15 rayedar, fermandar û endamên spah û hêzên din yên ewlekarî yên rejîmê hatine kuştin.

Li 38 bajarên Rojhilatê Kurdistanê û 10 zanîngehên wan bajaran xwepîşandan hîn jî didomin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.