Dibêje bilez emê dest bi diyaloga îslamî bikin.
Şêxê Ezherê li Misirê ku, yek ji çavkaniyên sereke yê olî ya suneyane, di dema hevdîtina xwe ya li gel Papayê de daxwaz ji şîeyan kir daku, bilez dest bi diyalogekê bikin.
Şêxê Ezherê ku, di konferansa bihevre jiyana înasnî de li Behreyin li gel Papa civiya bû, daxwaz ji zanayên îslamê bi taybetî yên şîe kir daku, bilez di navbera şîe û suneyan de diyalogek bi navê diyaloga îslamî were kirin.
Şêxê Ezherê diyar kiriye ku, armanc ji vê diyaloga han derbas kirina kêşe û nakokiyên derbasbûyî û vekirina rûpeleke nû di navbera şîe û sune û herwiha bihêztir kirina rol û pêgeha ola îslamê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin