Vê îro endamên civata Serkirdatiya PDK werin hilbijartin.
Peymnêrê me yê li Dihukê ragihand ku, kêliyek beriya niha kongreya 14mîn ya PDK di roja xwe ya dudiyan de destpê kir.
Peyamnêrê me eşkere kir ku, vê îro raportên komîteyan werin xwendin û nirxandin bo wan raportan were kirin.
Peyamnêrê me herwiha eşkere kir ku, vê îro dengdan bo diyar kirina endamên civata Serkirdatiya PDKê bi awayeke dîcîtalî were kirin û 132 kes jî xwe bo vê posta han berbijêrkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin