Mesrûr Barzanî: Rê bi teror û tirsandinê nadin

balyozên beşdar di civînê de piştîvaniya welatên xwe bo Kurdistanê diyar kirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel hijmareke balyozên welatan civiya.

Êwariya îro çarşem 2ê Mijdarê Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyozên çend welatan li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem li gel balyozên hijmareke welatan li Îraqê ku, pêk hatibûn ji balyoza Amerîkayê li Îraqê birêz Xatû Alina Romanavski, balyozê Yekîtiya Ewrûpayê Villa Variola, balyozê Îtalya Maurizzo Griganti û balyozê Hindistanê Prashant kirli civiyan.

Di civînê de me giftûgo derbarê pere pêdana têkiliyên herêma Kurdistanê û ev welatên han, rewşa giştî ya Îraqê piştî dest bikar bûna hikûmeta nû ya federalî kir.

Derbarê têkiliyên li gel hikûmeta federalî me behsa vê yekê kirk u, herêma Kurdistanê dixwaze baştirîn têkilî li gel hikûmeta federalî hebe û hêvî dike hikûmeta nû ya federalî di çarçoveya cîhbicîh kirina karnameya xwe de, kar bo xizmet kirina welatî û pêkhateyên cuda yên Îraqê bike û li ser esasê destûrê jî kêşeyên hilwastî yên di navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî de bi awayeke mayinde çareser bike.

Di berdewamiya civînê de me bi awayeke kurt behsa reformên kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybetî di ware pir cure kirina abûrî, dîcîtalîze kirin û gav avêtin ber bi hikumdariyeke dîcîtalî ve kir û tekez jî li ser vê yekê kir ku, li herêma Kurdistanê de bi ti awayî rê bi teror û tirsandinê nayê dayîn.

Balyozê beşdar yên di civînê de jî amadebûn û xwestekên welatên xwe bo hevkarî kirin û pêşde birina têkiliyên welatên xwe li gel herêma Kurdistanê diyar kirin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.