Behsa rewşa Îraqê û gelek mijaran kirin.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyoza Amerîkayê ya li Îraqê Xatû Elena Romanowski û şandeke dîplomatîkî û leşkerî ya Amerîkayê kir.
Di civînê de giftûgo li ser pêşhatên siyasî yên Îraqê, ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û rewşa giştî ya vê welatî hate kirin û her du alî tekez li ser girîngiya diyar kirina kar û erkên girîng yên hikûmetê bo çareser kirina kêşeyan kirin û li ser vê yekê ku, damezrandina hikûmeta nû ya Îraqê derfeteke başe bo çareser kirina kêşeyên heyî hemfikir bûn û diyar kirin ku, hikûmeta nû jî dikare hewl bo dabîn kirina aramiyê li Îraqê de bide jiber ku, aramiya li Îraqê bandorê li ser rewşa giştiya deverê jî dike.
Her di heman civînê de her du aliyan tekez li ser girîngiya têkiliyên hevseng yên Îraqê li gel welatên cîran û deverê de kirin û diyar kirin ku, hikûmeta Îraqê xwedan derfete û dikare bi rêya xweşkirina derfetên bo hêlbirînê sermaye û kerta taybet ya biyanî rabikêşe daku, beşdarî di prosesa pêşxistina Îraqê de bikin.
Têkiliyên Amerîkayê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê mijareke din ya civînê bûn û balyoza Amerîkayê rixmî diyar kirina xwesteka Amerîkayê ya bo pêşde birina hevkarî û têkiliyan li gel Îraq û herêma Kurdistanê û balkêşande ser prosesa reforman û yekxistina hêzên pêşmerge û piştîvaniya welatê xwe jî bo prosesa han diyar kir.
Kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê, diyaloga heyî ya bo çareser kirina wan kêşeyan, girîngiya çareser kirina kêşeya qanûna petrol û gazê, rewşa navxwe ya herêma Kurdistanê û girîngiya kêm kirina aloziyan, guherînên keş û hewa, reformên abûrî, rewşa deverê bi giştî û çend mijarên cîhên girîngiya hevbeş, mijarên din yên vê civîna han bûn ku, têde Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê û tîma karûbarên Îraqê li wezareta derve ya Amerîkayê jî têde beşdar bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin