YE dibêje Almanya gehêştiye vê baweriyê ku, rejîm nikare berxwe bide.
Şêwirmendiya Yekîtiya Ewrûpayê ragihandiye ku, hikûmeta Almanyayê piştî lêkolîn û çavdêriyên hûr û kûr li ser rewşa Îranê, gehêştiye vê baweriyê ku, rejîma Îranê êdî nikare li hember serhildan û raperîna navxweyî li berxwe bide û di nava çend hefteyên bêde vê rejîma Îranê were hilweşandin.
Şêwirmendiya YE herwiha diyar kiriye ku, Almanya jiber vê yekê hewl dide ku,hevkarî û piştîvaniyên xwe bo xelkê Îranê zêdetir bike lewre YE neçar dike ku, spaha Pasdaran bixe nava lîsteya terorê de.
Ji aliyeke din ve jî Emerîka jî diyar kiriye ku, êdî hewl bo îmze kirina rêkeftineke nû li gel rejîma Îranê nade jiber ku, ev rejîma han meşrûyeta xwe ji dest daye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin