Îran benderên xwe teslîmî Rûsyeyê kir

Rûsye pêşniyara Îranê qebûl dike û dest datîne ser benderên Bakûrê Îranê.
کوردستان TV
100%

Tevahiya benderên bakûr yên Îranê dikevin destê Rûsyeyê.

Cîgirê Serokwezîrê Rûsyeyê Alexander Noak duhê sêşem di konferanseke çepemenî de ragihand ku, Îran pêşiyara teslîm kirina tevahiya benderên Bakûrê xwe bo Rûsyeyê kiriye.

Cîgirê Serokwezîrê Rûsyeyê Alexander Noak diyar kiriye ku, Îran ji Rûsyeyê re gotiye ku, eger Rûsye li Îranê sermayegozarî ( yatrim) bike, vê demê Îran razî dibe ku, tevahiya benderên xwe yên li Bakûr radestî Rûsyeyê bike û Rûsye dikare weke milk û malên xwe li hember wan benderan tevbigere û wan bikar bîne.

Novak herwiha diyar kiriye ku, qebûl kirina vê pêşniyara han bo Rûsyeyê gelek girînge lewre hikûmeta Rûsî bê dudilî vê pêşniyara han qebûl bike.

Weke tê zanîn sala derbasbûyî Îranê benderên Başûrê welat jî radestî Çînê kiribû.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.