Ev çend roje çarenivîsa wan nediyare.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kiriye ku, roja duşem 24ê Cotmehê hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê li bajarê Şino ya li Rojhilatê Kurdistanê çar ciwanên Kurd revandine û bo cîheke nediyare veguhastine.
Li gor hengawê rixmî hewldanên kesûkar û malbetên wan heta niha çarenivîsa wan çar ciwanên Kurd yên revandî nediyare.
Weke tê zanîn ev nêzî 50 roje raperîna seraserî ya xelkê Îranê li dijî rejîma vê welatî berdewame û heta niha nêzî 300 kes li Îranê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin