Komkara Erebî: Tirkiye hewla dagîr kirinê dide

Tirkiye bi hewldan bo dagîr kirina welatên Erebî hat tawanbarkirin.
کوردستان TV
100%

Duhê civîna komkarê bidawî hat.

Duhê civîna Serokên welatên endam di komkara Erebî de yaku, li Cezayîrê hatibû lidarxistin bidawî hat.

Li gor çavkaniyên nûçeyan di civîna duhê ya komkarê de, bi tundî rexne li Tirkiye û siyasetên Tirkiyeyê yên bo destwerdanî kirin di karûbarên welatên Erebî de hatiye kirin.

Di civîna komkarê de destwerdaniyên Tirkiyeyê li Lîbya, Sûriye, Yemen û çend welatên din y ên Erebî hatiye şermezarkirin û tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, Tirkiye bi wan siyasetên xwe hewl bo dagîr kirina welatên Erebî dide û nabe ev yek were qebûlkirin.

Her di civîna han de rexneyên dijwar jî li Îranê hatine kirin û bi heman awayî Îran jî bi hewldan bo têk birina aramî û ewlekariya welatên Erebî hatiye tawanbarkirin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.