Îran jî gef li Siûdiyeyê dike.
Serokwezîrê nû yê Îraqê Mihemed Sûdanî ragihand ku, welatê wî dixwaze ku, diyaloga navbera Îran û Siûdiyeyê bidome û bigehêje encamek ku, li gor berejwendiya tevahiya aliyan be.
Sûdanî herwiha diyar kiriye ku, Îraq berdewam dibe li ser mezobanî kirina diyaloga navbera Îran û Siûdiyeyê û vê di pêşerojê de gereke din ya diyaloga han destpê bike.
Heta niha li Bexdayê bi giştî 5 caran rayedarên Îranî û Siûdî civiyane û behsa kêşe û têkiliyên navbera xwe kirine.
Ji aliyeke din ve duhê jî rojnameya WSJ belav kir ku, Îran xwe amade kiriye daku, êrîşî ser Siûdiyeyê bike û Siûdiye jî derbarê êrîşa Îranê de zaniyariyên pêwîst daye Amerîkayê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin