Holenda 12 jinên DIŞIê vegerand

28 zarok jî li gel wan jinan hatine vegerandin.
کوردستان TV
100%

Li kempa Hol girtî bûn.

Li gor çapemeniya Rojavayê Kurdistanê ( bakûr û rojhilatê Sûriyeyê) duhê hikûmeta Holendayê piştî giftûgoyeke berfire û hewldanên aliyên têkildar, 12 jinên DIŞIê ku, xwedan nasnameya Holendî bûne vegerandiye Holendayê.

Ev 12 jinên DIŞIê yên ku, li kempa Hol girtî bûn li gel xwe jî 28 zarokên DIŞIê vegerandine Holendayê.

Ev demeke dirêje ku, rayedarên xweseriya demokratîk ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê zext li welatên cîhanê dikin daku, welatiyên xwe yên di nava kempa Holê de vegerînin û niha jî hin welat hêdî hêdî dest bi vegerandina welatiyên xwe kirine.

Beriya çend rojan Avustiraliya jî zêdetir ji 10 welatiyên xwe ji vê kempê vegerandibû.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.