Beriya niha komên cîhadî yên Tirkiyeyê zilim li Efrîniyan dikirin.
Piştî dagîr kirina Efrînê ji aliyê Tirkiye û komên çekdar yên Tirkiyeyê ve, prosesa guhertina demografiya vê bajarê Kurdistanî destpê kir û di encam de gelek welatiyên Kurd li vê bajarê hatin derkirin, dest li ser mal û milkên wan de hate girtin.
Heta beriya mehekê Efrîn di destê komên cîhadî yên Tirkiyeyê de bû lê ev mehêke di destê komeke din ya cîhadî ya bi navê heyet tehrîr Şamê deye.
Niha ev koma han jî ( HTŞ) dest bi proseseke nû ya guhertina demografiya Efrînê kiriye, rixmî ku, welatiyên Kurd li vê bajarê der dike, hemwext bac ji wan distîne û dest datîne ser mal û milkên wan jî.
weke tê zanîn HTŞ jî komeke ser bi Tirkiyeyê ye û bêyî razîbûna Tirkiyeyê nikare wan deveran dagîr bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin