Derket dronên Îranî jî ne berhema navxwe ya Îranê ne

dibêje nediyare Îran ev dron û peçeyên wan ji kîj welatî kirîne.
کوردستان TV
100%

Navenda zanist û ewlekariya cîhanî dibêje ev dron ji welatên Rojavayî hatine dabînkirin.

Navenda zanist û ewlekariya cîhanî raportek derbarê dronên Îranî yên ku, ji aliyê Rûsyeyê ve dijî Ukraynayê têne bikaranîn belav kiriye.

Di raporta han de hatiye diyarkirin ku, Îran bi sedan dronên Şahêd 136, Şahêd 131 û Muhacir 6 radestî Rûsyeyê kiriye û gelek ji wan dronan jî ji aliyê artêşa Ukraynayê ve hatine xistin.

Di beşeke din ya raportê de hatiye diyarkirin ku, lêkolînên zanistî yên hûr û kûr li ser dronên ku, hatine xistin hatiye kirin û derketiye ku, tevahiya wan dronan û perçeyên girîng û hesas yên wan ne ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin belku ji welatên din bi taybetî welatên Rojavayî hatine dabînkirin.

Di raportê de behsa navê welatên Rojavayî û çawetiya bidestxistina perçeyên wan dronan ji aliyê Îranê ve nehatiye kirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.